• Monday, 16 February 2026
logo

Berdevkê PDKê: Biryara dawî ya Dadgeha Federal a Iraqê aloziyan dê zêdetir û kûrtir bike

Gulan Media November 17, 2023 Nûçe
Berdevkê PDKê: Biryara dawî ya Dadgeha Federal a Iraqê aloziyan dê zêdetir û kûrtir bike

Roja 16.11.2023yê berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed daxuyaniyek belav kir û amaje bi wê yekê dike ku rewşa Iraq û navçeyê aloz bûye û pêşbîniya hejandinên mezin tê kirin.

Di daxuyaniya berdevkê PDKê de hat gotin: ‘’Rewşa Iraq û navçeyê bi awayekî aloz bûye ku pêşbîniya hejandineke mezin tê kirin. Di vê rewşê de berpirsyartiya ser mile hemû hêz û aliyên Iraqê bi giştî û aliyên pêkanînerên Îtîlafa Îdareya Dewletê bi taybetî, pêwîste hûrtir helsengandinê li ser rewşê bikin. Bi taybetî bûyera biryara dawî ya Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê ji kar dûrxistina Serokê desthilatiya yasadananê dê aloziyan zêdetir û kûrtir bike. Ev yek di demekî de ye ku bendewarî hebûn ku ew alozî û pirsgirêkên ku hene bên çareser kirin, ne ku tiştên û aloziyên din lê bên zêde kirin û aştiya civakî û seqamgiriyê bixe metirsiyê.’’

Herwaha hat ragehandin: ‘’Partiya me (PDK) bi hişyarî ve li rewşê dinêre û nîgeranê pêşketinên dawî yên siyasî ye. Ji bo wê jî em pêwîst dizanin ku rewşa Iraqê ji aliyê siyasî, ewlehî, aborî û eger heye bendewariyên navçeyê jî li berçav bê girtin û bi berpirsyarane pêngav bên avêtin, ji bo rêxistin kirina rewşê bi dîtina destûrî ya mayînde ve, herwaha cîhbicîhkirina made û xal û prensîbên rêkeftina Îtîlafa Îdareya Dewlet û karnameya Hikûmeta Federal û bi taybet xalê girêdayî bi encûmena federal û dadgeha federalî giringe. Herwaha divê em vegerin bo bingehê jêrxana Iraqeke nû (ser esasê şirîktî, lihevkirin û hewsengî) û serweriya destûrê bê sepandin ku take bingehê pêkvejiyan û seqamgirî û pêkvebûna Iraqê ye.’’

 

Basnews

Top