Çarçoveya Hemahengî, derbarê dûrxistina Helbûsî de piştevaniyê li biryara dadgehê dike
Aliyên nav Çarçoveya Hemahengiyê pêbendbûna xwe bi biryara Dadgeha Bilind a Federal a iraqê diyar dikin, ji ber dawî anîna endamtiya Mihemed Helbûsî ya li encûmena nûnerên Iraqê û piştevaniya dûrxistina wî dikin.
Derengê şeva borî rêveberên nav Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiyê civiyan û helwêstê xwe derbarê biryara dadgeha bilind a federal a dûrxistina Mihemed Helbûsî ji erke serokê Parlamentoya Iraqê û parlamenteriyê de ragehandin.
Di beyanameyekî piştî civînê hate belav kirin de, aliyên nav Çarçoveya Hemahengiyê teqez kirin ku; ‘’Bi yekdengî ve rêz li desthilata dadwerî û pêbendbûna bi biryara Dadgeha Federal a derbarê dawî anîna endamtiya Mihemed Helbûsî ji erkê wî û endamtiya wî ya li encûmena nûnerên Iraqê teqez piştevaniyê lê dikin.’’
Basnews
