Serokwezîrê Iraqê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir
Ofîsa Ragihandina Serokwezareta Herêma Kurdistanê diyar kir ku îro Duşemê (15.07.2019) Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî peywendiyeka telefonî ligeê Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêkanî û pîrozbahî lê kir.
Li gor daxuyaniyê Adil Ebdulmehdî, hêvîya serkevtinê bo Mesrûr Barzanî û kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê xwest.
Ebdulmehdî gotiye: “Hêvêdarîn di zûtirîn dem de ji bo çareserkirina pirsgirêkên hene pênagêv bêne avêtin û bi hevre hevkar bin daku şiyanên xwe bixin arasteyekî ku di berjewendiya Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî de be û xizmeteke baş a welatiyan bê kirin.
Di civîna roja Duşemê ya Encûmena Wezîran de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: "Şandeke bilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê bo pêşandana nêtpakî serdana Bexdayê dike bo gotûbêjkirina li ser dîtina mekanîzmayeke maqûl bo pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya destûrê de."
Ev jî dibe yekem serdana şanda Kabîneya Nehem a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê.
Rudaw
