• Monday, 16 February 2026
logo

Beşar Esed efûya giştî ragihand

Gulan Media November 17, 2023 Nûçe
Beşar Esed efûya giştî ragihand

Serokkomarê Sûriyeyê bi rêya yasayekê efûya giştî ragihand.

Li gorî madeya yekem a wê yasayê Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed, ji bo hemû tawanên ku berî 16ê Çiriya Paşînê hatine kirin efûya giştî derxist.

Li gorî yasayê, efû kesên tawanbar ên ku ji destê dadmendiya hikûmetê reviyane wan li xwe nagire, bi mercê ku xwe teslîm bikin.

Kesên li Sûriyeyê ne divê di 3 mehan de û kesên li derve jî divê di 6 mehan de xwe teslîm bikin.

Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed dawiya sala 2022yan jî efûya giştî derxistibû.

 

Rudaw

Top