• Friday, 13 February 2026
logo

Xelkê Xaneqînê bo bicîhanîna madeya 140 ya Qanûna Esasî ya Iraqê îmzeyan kom dikin

Xelkê Xaneqînê bo bicîhanîna madeya 140 ya Qanûna Esasî ya Iraqê îmzeyan kom dikin
Xelkê bajarê Xaneqîn yê Başûrê Kurdistanê dest bi komkirina îmzeyan kirine bo bicîhanîna madeya 140 ya Qanûna Esasî ya Iraqê.

Ji duh de li Xaneqînê, komîteya bi navê “Şarî Xoşewîstî û Aştî” (Bajarê Evîn û Aşitiyê) dest bi komkirina îmzeyan kiriye bo bicîhanîna madeya 140 ya Qanûna Esasaî ya Iraqê.

Endameka wê komîteyê bi navê Lemîha Mihemed ji BasNewsê re got, qesta me ew e ku em bi komkirina îmzeyan hikûmeta Iraqê neçar bikin madeya 140 ya Qanûna Esasî bicîh bîne.

Lemîha Mihemed her wiha got, welatî gelekî baş pêşwazî li vê kempêna me dikin. Çimkî bi bicîhanîna madeya 140, deverên Kurdistanî aram dibin.

Wê çalakvana sivîl da zanîn, ewê li ser komkirina îmzeyan berdewam bin û çend tîmên din jî pêk bînin bo vê yekê.

Li gorî madeya 140 ya Qanûna Esasî ya Iraqê, deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, ku ji wan re deverên nakok jî dibêjin, dikarin bi rêka referandomê qedera xwe destnîşan bikin.

Basnews
Top