• Friday, 13 February 2026
logo

Leşkerekî Tirk li sînorê Iraqê hate kuştin

Leşkerekî Tirk li sînorê Iraqê hate kuştin
Li ser sînorê Tirkiye û Iraqê di encama teqînekê de leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest da.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, li ser sînorê Tirkiye û Iraqê bombeya ku ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibû danîn di dema operasyonê de hatiye teqandin û leşkerekî wan canê xwe ji dest daye.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê eşkere kir, hêzên wan di çarçoveya pilana operasyona Xakurkê de roja 12ê vê mehê li dijî bingehên PKKê dest bi operasyoneke duyem kirine.

Arteşa Tirkiyê di 27ê Gulana bûrî de li Xakurkê li dijî PKKê dest bi operasyoneke bejahî kiribû, ji her du aliyan jî gelek kuştî û birîndar hene.

K24
Top