• Friday, 13 February 2026
logo

Enqere: Yekîtiya Ewropayê nikare biryarên me rawestîne

Enqere: Yekîtiya Ewropayê nikare biryarên me rawestîne
Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxûyaniyekê got, dorpêça aborî ya Yekîtiya Ewropayê nikare biryarên wan rawestîne.

Wezareta Derve Tirkiyê bersiva wezîrên derve yên Yekitîya Ewropayê da û dîyar kir, biryarên Yekîtîya Ewropayê yên di derbarê legerînên Tirkiyê li Hidrokarbonê di Derya Spî de ne di cîh de ne û alîgîriya desthilata Ruma dike.

Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje, Yekîtiya Ewropa çi biryaran bigire bandorê li ser xebata wan ya li Deryaya Spî nake û mafê wan e ew vê xebatê birêve bibin.

Li gorî Wezareta Derve ya Tirkiyê, Yêkîtiya Ewropa mafê Tirkên Qibrisê binpê dike û di daxûyaniya xwe de jî neanîne ziman.

Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê duhî li Belcîkayê civiyan û sizayên dorpêçê li ser Tirkiyê sepandin ku li Rojhelatê Derya Naverastê lêgerîna xaz û petrolê dike.

K24
Top