Pirtûka “Pêşmerge û Têkoşer Mesûd Barzanî” hat belavkirin
Di bin çavdêriya Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter û amadebûna xizmên şehîdan; merasîma belavkirina pirtûka “Pêşmerge û Têkoşer Mesûd Barzanî” hat lidarxistin.
Duhî êvarê 15ê Mijdarê li Hola Mihemed Arif Cezîrî, di bin çavdêrî û amadebûna Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter, hejmarek ji fermandarên leşkerî, berpirsên hikûmet û partiyan û kesûkarên şehîdan, merasîma belavkirina pirtûka Pêşmerge û Têkoşer Mesûd Barzanî (البيشمركة والمناضل مسعود البارزاني) ku ji aliyê şehîdê qehreman Raid Rukin Heyder Şehî ve hatiye nivîsandin, birêve çû.
Ev pirtûk di rêza 33 ya çapa Parêzgeha Dihokê de ye, bi piştevaniya rasterast a Parêzgarê Dihokê Elî Tatar û bi hevahengî li gel Rêveberiya Çap û Çapemeniyê ya parêzgehê hatiye çapkirin.
Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter silavên Serok Barzanî gihandin malbatên şehîdên Kurdistanê, Pêşmergeyên qehreman û dayîka şehîd “Xewla Şehî” ku Serok Barzanî ew bi “Şêrejin” bi nav kiriye.
Elî Teter di gotara xwe de bi berfirehî behsa rola şehîd Heyder Şehî, lehengiya wî û naveroka pirtûka wî kir. Herwiha piştgiriya xwe ya berdewam ji bo çapkirina hemû pirtûkên ku xizmeta doza rewa ya gelê Kurdistanê dikin tekez kir.
Herwiha got: “Baştirîn wefadariya bi şehîdên Kurdistanê re, berdewamkirina rêya wan û parastina destkeftiyên ku şehîdên me bi xwîna xwe parastine ye.”
Di merasîmê de belgefîlmek li ser jiyan û lehengiya şehîd Heyder Şehî hate pêşandan. Piştre Parêzgarê Dihokê yekem pirtûka bi navê “Pêşmerge û Têkoşer Mesûd Barzanî” pêşkêşî dayîka şehîd Heyder Şehî kir.
Ji aliyê xwe ve, dayîka şehîd Heyder Şehî got “Em dest ji rêya Kurd û Kurdistanê bernadin”.
Piştre çend stran ji aliyê hunermend Bêkes Nûrî ve hatin pêşkêşkirin. Di heman demê de rêxistina Şeda wêneyeke hejmarek şehîdên qehreman ên şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê, pêşkêşî Parêzgarê Dihokê kir.
