• Monday, 16 February 2026
logo

Serokwezîr li gel Serokê tîma NY civiya

Gulan Media November 16, 2023 Nûçe
Serokwezîr li gel Serokê tîma NY civiya

Behsa girîngiya berdewamiya NY li Îraqê hate kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê tîma serbixwe ya venêrîn kirin bo karûbarên Netewên Yekgirtî li Îraqê kir û piştî bi dawî hatina civînê Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Serokê tîma serbixwe ya venêrîna steratejîkî bo erkên nuneratiya Netewên Yekgirtî li Îraqê ( UNAMI) Volker Perts kir.

Serokê tîma han balkêşande ser armanca serdana xwe ku, şopandina erk û karên tîma NY ye li Îraqê.

Di civînê de me tekez li ser pêwîstiya mayîna pîverdariya NY li Îraq û herêma Kurdistanê û girîngiya ektîftir kirina rola vê ya siyasî kir bo hevkarî kirina Îraq û herêma Kurdistanê bo rûbirû bûna asteng, arîşeyên berdem armaniya siyasî, bihêztir kirina bingeh, dezgehên demokratîk , piştîvanî kirina sîstema federalî û cîgir kirina madeyên destûrê bi taybetî madeya 140 û rêz girtin ji mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û tevahiya pêkhateyên Îraqê.

 

Rudaw

Top