• Monday, 16 February 2026
logo

Biden geşbîn e ku bo berdana dîlên destê Hamasê lihevkirin pêk were

Gulan Media November 16, 2023 Nûçe
Biden geşbîn e ku bo berdana dîlên destê Hamasê lihevkirin pêk were

Serokê Amerîka Joe Biden li Qesira Sipî ji rojnamevanan got ku ew bawer dike ku wê jibo berdana dîlên di destê Hamasê de lihevkirin çêbe.

Biden ser lihevkirina bi rêxistina Filistînî re ti hûrgilî neda.

Joe Biden dibêje: ‘’Ez her roj bi wan kesan re dipeyîvim ku bi vê mijarê re peywendîyên wan hene. Ez bawer dkiim ku ewê lihevkirin çêbe, lê ez naxwazim hûrgilîyan bidim.’’

Li ser pirsa rojnamevanekî, ku got ti peyameke wî ji malbatê dîlan re heye yan ne, Biden got “Li benda me bin. Em tên.”

Hamasê meha borî êrîş biribû ser başûrê Îsraîlê nêzî 240 kes dîl girtibûn ku di nav wan de 9 hemwelatîyên Amerîka û kesekî bi destûra rûniştina li Amerîka hene.

Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî yê Amerîka Jake Sullivan jî pêr duşemê di preskonferansekê de gotibû ku ew niha nikare bibêje ku ji dîlan niha çend kes sax in.

Biden do sêşemê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re peyîvî.

Qesira Sipî ragihand ku Biden û Netanyahu ser hewildanên jibo berdana dîlan dûr û dirêj danûstandin kirine.

 

Basnews

Top