• Monday, 16 February 2026
logo

Elî Kuhn: Careke din sînor nayên vekirin

Gulan Media November 16, 2023 Nûçe
Elî Kuhn: Careke din sînor nayên vekirin

Dibêje têkilî di navbera Xeze û Îsraîlê de namîne.

Wezîrê derve yê Îsraîlî Elî Kuhn ragihand ku, piştî şerê dijî Hemasê û kontrol kirina Bakûrê Xezeyê ji aliyê Îsraîlê ve, vê kontrolê Bakûrê Xezeyê di destê Îsraîlê de bimîne.

Elî Kuhn herwiha eşkere kiriye ku, piştî bi dawî hatina şer jî bi ti awayî deriyên sînorî yên berê yên di navbera Xeze û Îsraîlê de careke din nayên vekirin.

Nav hatî eşkere kiriye ku, her du deriyên sînorî yên Ebû Salim û Erîz ku, yek ji wan bo bazirganî û evê din jî bo hatûçûya xelkê ye hatine daxistin û nayên vekirin û ji niha û pêde Xeze dikare bi rêya kirîdoreke deriyayî ji xwe re tiştan hawirde bike.

Top