• Friday, 13 February 2026
logo

Îtalya – Dadgehê 12 sal cezaya zîndanê da Mela Kirêkar

Îtalya – Dadgehê 12 sal cezaya zîndanê da Mela Kirêkar
Îro duşemê 15-07-2019an dadgeheka Îtalyayê bi tohmeta kare terorîstî 12 sal cezaya zindanê li bi ser sekreterê berê yê Ensarul Îslamî da sepand.

Ligor medyaya nêzîkî Mela Kirêkar belavkiriye dadgeha bajarê Balzono yê Îtalyayê di daniştina yekem da ji ber karê terorîstî 12 sal cezaya zindanê bi ser Mela Kirêkar da sepandiye.

Medyaya ser bi Mela Kirêkar wê biryara dadgehê rexne kiriye û îddîa kiriye kiriye ku dadgehê bêyî agahdarkirin û beyî destnîşankirina belgeyan ew ceza bi ser Mela Kirêkar da sepandiye.

Dadgehê ji ber tohmeta revandina dîplomatên biyanî, beşdarî di kare terorîsma tûndrew a îslamî, damezirandina rêxistina terorê û şandina terorîstan bo Ewrupa û ji Ewrupa jî şandina xelkê bon ava rêxistinên terorê ew doz li ser Mela Kirêkar vekiriye.

Herwiha dadgeha Îtalyayê ji biî zindanîkirina Mela Kirêkar, biryara girtina 5 kesên nêzîkî Mela Kirêjar jî derxistiye ku her yek ji wan jî ji 6 mehan heta 12 mehan bihêne zindanîkirin. Dadgehê biryara girtina van kesan daye: Heme Salih Wehab, Rehîm Kerîm, Ebdurehman Rehîm, Celal Fetah Kamil û Hemîd Bekir.

Basnews
Top