Konsolê giştî yê Amerîkayê : Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê bi pêş ve diçin
Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê ragihand armanca serdana wan ew e, ji bo ji nêzîk ve bizanin gelê Kurdistanê bi giştî û Barzanî bi taybetî rûbirûyî çi stem û trajediyê li ser destê rêjîma berê ya Iraqê bûne.
Derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Steven Fagin ragihand, pêwendî ber bi pêş ve diçin û hêvîdar in di demeke nêzîk de Hewlêr û Bexda tevahiya pirsgirêkên di navbera wan de çareser bikin.
Waar.tv
