• Friday, 13 February 2026
logo

Yekîtiya Ewropa Tirkiye siza da

Yekîtiya Ewropa Tirkiye siza da
Yekîtiya Ewropa, ji ber hewlên Tirkiyê yên Rojhelatê Derya Naverast û binpêkirina serweriya Qibrisê biryara dorpêçiyan bi ser wê re sepandin.

Wezîrê Derve yê Yekîtiya Ewropayê li Belcîkayê civiyan û sizayên dorpêçê li ser Tirkiyê sepandin ku li Rojhelatê Derya Naverastê lêgerîna xaz û petrolê dike.

Biryar hate dayîn ku, Yekîtiya Ewropa alîkariyên madî bo Tirkiyê kêm dike, danûstandinên derbarê peymana asîmanî bên rawestandin. Yekîtiya Ewropa hevdîtinên di asta bilind de bi Tirkiyê re radiwestîne û rê naye dayîn ku banka Navendî ya Ewropayê deyinan bide Tirkiyê.

Her weha tê destnîşankirin, eger Tirkiyê dawî bi hewlên xwe neyîne û li binpêkirina serweriya Qibrisê berdewam bibe, dê sizayên din jî werin rojevê ku di nav de sizadana kompaniyên lêgerînê jî hene.

K24
Top