Rêveberekî Gorran: Her qurbaniyekî emê ji bo serkeftina kabîneya nehem bidin!
Endamê Civata Niştimaniya Gorran Emîr Hacî Kemal ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em geşbînin bi vê kabîneyê. Hêvîdarim ku Mesrûr Barzanî serkeftî be û hewayek bê xulqandin ku bi rastî ev kabîneye li gel kabîneyên din cuda be.’’
Endamê Civata Niştimaniya Gorran diyar kir, ew ku beşdarî kabîneya hikûmetê bûne, proje û bernameya wan heye û got: ‘’Em amadene her qurbaniyekî bidin bo serkeftina vê kabîneyê û berjewendiyên gel.’’ Herwaha diyar kir, em hemû behsa çaksaziyê dikin, lê giringe qadek hebe bo pêkanîna çaksaziyê û bi kiryarî em çaksaziyê bikin.
basnews
