• Monday, 16 February 2026
logo

Malbatekî Rojhilatê Kurdistanê ji ber gaza jiberdiçe jehrî bûn û canê xwe ji dest dan

Gulan Media November 15, 2023 Nûçe
Malbatekî Rojhilatê Kurdistanê ji ber gaza jiberdiçe jehrî bûn û canê xwe ji dest dan

Malbatekî 3 kesî yên xelkê bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, ku ji bo geştkirinê çûn bakurê Îranê, ji ber gaza jiberdiçe jehrî dibin û canê xwe ji dest didin.

Li gor nûçeya çapemeniya bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, duh 15.11.2023yê malbatekî 3 kesî yên xelkê bajarê Merîwanê, ku pêkdihat ji dayîk û bav û zarokekî, ji bo geştkirinê diçin bakurê Îranê û vîllayekî kirê dikin. Piştî rojekî li wê vîllayê dimînin, ji ber sîstema gazê de jiberçûn heye jehrî dibin û jiyana xwe ji dest didin.

Berî naha roja 13.11.2023yê jî li eyaleta Loristan a Rojhilatê Kurdistanê jî malbatekî din a 5 kesî, ku 3 keç û dayîk û bav bûn, di mala xwe de ji ber dîsa jiberçûna gazê canê xwe ji dest dabûn.

 

Basnews

Top