Artêşa Tirkiyê xalên YPGê li bakurê Helebê armanc dike
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê bi mûşekan xalên YPGê li gundên girê Medîq, Bêloniyê û Şêx Îsa li bakurê Helebê mûşekbaran kirin.
Rewangeha Sûrî, ti zanyariyên derbarê ziyanan de belav nekir.
Her car şer di navbera artêşa Tirkiyê û YPGê li navçeyên bakurê Helebê û derdora Til Rifetê derdikeve, roja 6ê vê mehê jî li gundê Meranazê jî derketibû û topên Hawinê ji her du aliyan ve hatibûn avêtin.
K24
