• Friday, 13 February 2026
logo

Erebên Îranê li hev dan - Kuştî û birîndar hene

Erebên Îranê li hev dan - Kuştî û birîndar hene
Li herêma Xûzistan ya Îranê, du malbatan li hev dan, herî kêm kesek hat kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Duh li nahiya Elwan ya bajarê Şûş li herêma Xûzistan ya Îranê, di navbera du malbatan de şer derket.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de kesekî 45 salî hat kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.

Li ser sebeba wî şerî ti daxuayniyek nehatiye dayîn.

Beşek mezin ji xelkê herêma Xûzistan ya Îranê ereb in.

Basnews
Top