Umêd Xoşnaw: Serokwezîrê Iraqê soz da ji bo wergirtina deynan ji Erebistana Siûdî hêsankarî û piştevaniya me bike
Parêzgarê Hewlêrê da zanîn ku, serokwezîrê Iraqê soz daye ku hêsankarî û piştevaniya wergirtina deynê Erebistana Siûdiyê bike, ku dê ji bo cîbicîkirina projeya avê ya Hewlêrê û çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê li Hewlêrê bê bikaranîn.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di bersiva pirsa peyamnêrê BasNewsê de derbarê pirojeya ava Efrazê çar li Hewlêrê de got: “Wê projeyê daxwaza qerzdana Erebistana Siûdî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kiriye Nameyek ji serokwezîrê Herêma Kurdistanê re hatiye dayîn, aliyê Siûdî amade ye ji bo dabînkirina wê projeyê. Deyn ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya Hewlêrê di demeke dirêj de û bikaribe avên bin erdê bikar bîne. Civîn dest pê kirin, proseya dirêj e û danûstandina nivîskî li çend wezaretên pêwendîdar ên Iraqê bi dawî hat û ev demeke li ofîsa serokwezîriyê ye û me duh serdana serokwezîr kir. Ji ber ku Hewlêr û Herêma Kurdistanê gelek girîng in, soza piştgirî û asankarîyê da û dê ji wezaretên peywendîdar re erkdar bike.
Umêd Xoşnaw got: Du erk li ser milê hikûmet û serokatîya hikûmeta Iraqê ne, yek pesend kirina wê projeyê di budceya sala 2024ê de, ku dê ji pişka Kurdistanê ya qerz bê wergirtin, ya din jî arastekirin. Bi tevahî em hêvîdar in ku ev yek bigihêje encamê, ji ber ku dê xizmeteke mezin ji Hewlêrê re bê kirin û emê hemû hewlên xwe bidin ji bo wê yekê.
Basnews
