• Monday, 16 February 2026
logo

Seg dikevin Nexweşxaneya Şîfa ya Xezzeyê û cenazeyan dixwin

Gulan Media November 14, 2023 Nûçe
Seg dikevin Nexweşxaneya Şîfa ya Xezzeyê û cenazeyan dixwin

Bijîşkên ku li Nexweşxaneya Şîfayê mane, gotin ku laş hemû li ser hev bûne, bêhn bûne û sarinc jî ji kar nakin.

Dr. Mehmed Ebû Selîma got: "Îsraîl heta niha destûr nedaye ku cenazeyan binax bikin. Kûçik ketine nexweşxaneyê û cenazeyan dixwin, her wiha zarokên li beşê jî dixwin û rewşa nexweşan birîndar jî di lênihêrîna giran de ne û ji ber nebûna ceyranê di bin xetera mirinê de ne.”

Herwiha Dr. Mehmed Ebû Selîma dibêje: ‘’Heft pitik ji ber kêmbûna oksîjenê mirin.’’

Berdevkê WHO got, "Nexweşxaneya Şîfa, navenda herî mezin a bijîjkî ya Xezzeyê, dibe goristan û cenaze nayên veşartin."

Di vê navberê de, artêşa Îsraîlî got ku Hamasê baregeh û avahiyên xwe di bin nexweşxaneyê de veşartiye, Hamas ev yek red kir û got ku divê komîteke serbixwe were û lêkolînê bike.

 

Basnews

Top