• Monday, 16 February 2026
logo

Komandoyên Îsraîlî gehêştine nava parlementoya Hemasê

Gulan Media November 14, 2023 Nûçe
Komandoyên Îsraîlî gehêştine nava parlementoya Hemasê

Hemas jî daxwaza 5 rojan agirbestê dike.

Şerê navbera Îsraîl û çekdarên Hemasê di roja xwe ya 39mîn de didome.

Di vê çarçoveyê de artêşa Îsraîlê yaku, ji sê aliyan ve Xeze dorpêç kiriye, operasiyonên xwe yên bejayî jî didomîne û di vê çarçoveyê de li naverasta Xezeyê, Bakûrê Rojavayê Xezeyê artêşa Îsraîlê gehêştiye ser behir û ji aliyê bakûrê Rojhilat ve jî pêşrewiya artêşa Îsraîlê didome û duhê komandoyên Îsraîlî gehêştine nava parlementoya Hemasê û wêneya dîranînê jî girtin.

Her duhê Hemas jî daxwaz ji Îsraîlê kiriye daku, 5 rojan agirbestê ragehîne û li hember de vê Hemas gelek dîlan azad bike lê heta niha Îsraîl bersifa vê daxwaza han nedaye.

Weke tê zanîn heta niha li Xezeyê 11 hezar û 300 kes hatine kuştin.

 

Top