• Friday, 13 February 2026
logo

Li Colemêrgê şer derket; 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Li Colemêrgê şer derket; 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Li parêzgeha Colemêrgê di navbera PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket û li gor zanyariyên destpêkê di encama pevçûnan de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.



Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, li sînorê parêzgeha Colemêrgê operasyona hêzên wî welatî li dijî PKKê berdewam e.



Di dema operasyonê de, li gor daxuyaniyê di navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derketiye û di encama pevçûnan de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.



Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha daye xuyakirin, di şer de 3 gerîlayên PKKê jî hatine kuştin.



Têkildarî vî şerî PKK hêj ti daxuyaniyek nedaye û di medyaya nêzîkî wê partiyê de jî ti zanyarî li ser bûyerê hêj nehatiye belavkirin.



Wezareta Navxwe ya Tirkiyê tekez kiriye, operasyona li herêmê ya li dijî PKKê dê berdewam be.



Rudaw
Top