Bi serperiştiya Mesrûr Barzanî Encûmena Wezîran dicive
Li gor zanyariyên K24ê, biryar e îro Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokê Hikûmetê wezîrên kabîneya nû yekem civîna xwe girê bide.
Her li gor zanyariyên K24ê, di civînê hêlên giştî yên karnemaya ku Mesrûr Barzanî piştî sûndxwarina li pêş Paelemana Kurdistanê pêşkêş kiribû, tê gotûbêjkirin.
Herwiha derfet ji wezîran re tê dayîn, ta ku plana stratejîk a wezareta xwe ji 4 salên bê re amade bikin.
Ji bilî wê jî, di civînê behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî tê kirin û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pirsgirêkên mane û pirsgirêkên navxwe yên Herêma Kurdistanê tên gotûbêjkirin.
K24
