Yek ji kompanyayên herî mezin a Amerîkayê biryar da Iraqê bicîh bihêlê
Kompanya Exxon Mobil a Amerîkayî ku yek ji kompanyayên herî mezin a Amerîkayê ye, biryar da Iraqê bicîh bihêle û beşa xwe bifroşe.
Aborînasê Iraqî Nebîl Mersûmî di pêgeha xwe ya tora civakî facebookê de belav kir; Kompanya Exxon Mobîl beşa xwe ya li bîra rojavayê Qirne -1 firotiye kompanya Nefta Besre û ew bîr xwedî jêrxana piştrastkirî ya 20 milyar bermîlên petrolê ye û rojane 500 hezar bermîlên petrolê ango sedî 9ê temamê petrola Iraqê ji wê bîrê tê berhemanîn û derxistin.
Herwaha aşkera kir li hember beşa kompanya Exxon Mobîl, Iraq 350 milyon dolar pare dê bide wê kompanya ya Amerîkî.
Çavdêr dibêjin di xwe vekêşana wê kompanya Amerîkî de sedemên siyasî hene, bi taybet jî vê dawiyê êrîşên ser binkeyên leşkerî yên Amerîka û berjewendiyên wî welatî yên ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve pêktên zêde bûne, lê Nebîl Mersûmî dibje, di navbera Iraq û wê kompanya Amerîkî de nakokî heye û bi taybet jî li ser wê baca ku Exxon Mobil bide Iraqê nakokî hene. Ji ber ku Iraq daxwaza 120 milyon dolar dike, lê Exxon Mobil tenê rezamendî li ser 12 milyon dolaran daye, ji ber wê jî nayê zanîn firotina beşa xwe dê pirsgirêka bacê jî zelal bike yan ew dosya dê biçe dadgeha navnetewî.
Piştî wê kompanya Amerîkî beşa xwe firote kompanya Besre, ji naha û pê de dê kompanya PetroChina bibe karpêkerê serekî yê wê bîra neftê, ji ber ku beşa wan a di wê bîrê de sedî 32.7 e.
Nebîl Mersûmî dibêje, kompanya Amerîkî biryar daye kar li ser veberhêneriya nefta kevirî ya Amerîkayê û Brezîlyayê yên li herdû beşên Amerîkayê, herwaha projeya gaza şil li Afrîqayê.
Herwaha got, Exxon Mobil di firotina beşa xwe ya li wê bîrê, hemû mulk û malê nestratejîk û projeyên veberhênan a xwe yên li wê bîrê jî firotiye.
