• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Nûrî Malikî dike

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Nûrî Malikî dike
Serokê Herêma Kurdistanê û Emîndarê Giştî yê Hizba Daweya Îslamî ya Iraqê bi riya telefonê axivîn.



Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, peywendiya telefonî êvara Yekşemê hatiye encamdan û têde Nêçîrvan Barzanî bi boneya hilbijartina Nûrî Malikî weke Emîndarê Giştî yê Hizba Deiwe ya Îslamî, pîrozbahî li wî kiriye û hêviya serkeftinê jê re xwest.



Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di pêwendiya telefonî de, Nûrî Malikî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kiriye û hêviya serkeftinê bo Nêçîrvan Barzanî, Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî xwestiye.

Rudaw
Top