• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî ligel Mesrûr Barzanî beşdarî Roja Niştîmanî ya Fransa bû

Serok Barzanî ligel Mesrûr Barzanî beşdarî Roja Niştîmanî ya Fransa bû
aheng li Hewlêrê hatiye organîzekirin
Serok Mesud Barzanî bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayeq, li Hewlêrê beşdarî roja nîştmanî ya Fransayê bû.

Îşev li Konsûlxaneya Giştî ya Fransayê ya Hewlêrê roja nîştmanîya Fransayê bi rêve çû û di merasîmê de Konsûlê Giştî yê Fransayê Dominik Mass ligel Serok Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî keka dostayetiya Fransa û Herêma Kurdistanê birî.

Roja niştimanî ya Fransayê ji 14ê Tîrmeha 1789an ve tê pîrozkirin. Xelkê di wê rojê de bi ser bendîxaneya Bastilleyê de girtibû û girtî azad kiribûn. Herwiha li dijî rejima wê serdemê xelk daketibûn kolanan û di navbera hêzên emnî û xelkê de pevçûn derketibûn û nêzîkî 200 kes birîndar bibûn.
Top