• Monday, 16 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Sikirtêrê Giştî yê Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê dike

Gulan Media November 13, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Sikirtêrê Giştî yê Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiya Sikirtêrê Giştî yê Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê dike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê parvekiriye ku îro roja Duşemê, 13ê Mijdara 2023ê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peywendiyeke tilefonî de bi Sikirtêrê Giştî yê Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî re, serkeftina karên kongireya şeşê ya partiya wan û hilbijartina wî wekî sikirtêrê giştî lê pîroz kirin û di rêya xizmetkirina gel û neteweyê û tekezkirina mafên gelê Kurdistanê de daxwaza serkeftinê jê re kir.

Sikirtêrê Giştî yê Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê rêz û spasiyên xwe û serkirdetiya partia xwe ji bo pîrozbahî û peywendîkirina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin.

Roja Şemiyê, 11ê Mijdara 2023ê, Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê, bi dirûşmê “Yekrêzî û Yekdestî û Parastina Destkeftên Gel û Azadî û Serxwebûna Kurdistanê” û bi tevlîbûna 200 endaman, kongireya xwe ya şeşê ya asayî li bajarê Hewlêrê kir.

Di wê kongireyê de, 11 endamên serkirdetiyê û du endamên yedek, ji bilî sikirtêrê giştî, hatin hilbijartin û rêjeya jinan 25-30% hat zêdekirin.

Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê li sala 1996ê ji aliyê Xefûr Mexmûrî ve li başûrê Kurdistanê hatiye damezrandin.

 

K24

Top