Li sînorê Îranê pevçûna çekdarî de kuştî û birîndar hene
Lî sînorê parêzgeha Sîstan û Belûçîstan a Îranê pevçûna çekdarî pêkhat û gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Îro 13.11.2023yê çapemeniya ser bi Îranê ragehand, li başûrê parêzgeha Sîstan û Belûçîstanê pevçûna çekdarî di navbera parêzvanên sînor ên Îranê û hêzîn dijber de pêkhatiye û parêzvanekî sînor hatiye kuştin.
Ji aliyê din ve kampîna çalakiyên Belûç di nûçeyekî de ragehand, di pevçûna li ser sînorê bajarê Serawan pêkhatî de 3 kes ji hêzên ewlehiyê hatine kuştin û birîndar bûne û nasnameya yek ji kuştiyan jî aşkera kir ku navê wî Mehdî Nûrî Efşar e.
Qaymeqamê Serawan jî piştrast kir ku çend kes birîndar bûne û ew veguhestine bo nexwaşxaneyê û rewşa tenduristiya wan jî di cîh de ye, lê derbarê hejmarê de ti tiştek neragehand.
Basnews
