• Monday, 16 February 2026
logo

Şandeke wezareta petrolê gehêşte Hewlêrê

Gulan Media November 12, 2023 Nûçe
Şandeke wezareta petrolê gehêşte Hewlêrê

Wezîrê petrolê serdana vê şanda han dike.

Îro şandeke wezareta petrolê ya federalî bi Serokatiya wezîrê petrolê Heyan Ebdulxenî gehêşte Hewlêrê û ji aliyê wezîrê samanên xwezayî Kemal Muslim ve hate pêşwazîkirin.

Ev şanda han yaku, çend rojan li Kurdistanê de dibe, vê li gel rayedar û aliyên têkildar bicive û di civînan de giftûgo derbarê destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê were kirin.

Di vê derbarê de jî Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kiriye ku, ev serdana han li ser rêkeftina navbera her du Serokwezîrê Îraq û Kurdistanê pêk hatiye.

Ji aliyeke din ve wezîrê petrola Îraqê jî diyar kiriye ku, armanca wan çareser kirina yekcarî ya tevahiya kêşeyên heyiye.
 

Top