Leyla Guven: Divê axa Başûrê Kurdistanê ji operasyonên Tirkiyê re were girtin
Konferansa Rêxistinê ya Herêman a HDPê li Amedê hat kirin. Di vekirina konferansê de Hevseroka KCDê û parlementera HDPê Leyla Guven axaftinek kir û wiha got: “Bi rastî wek xeyalekê bû ku ez hatim cem we, cardin em hatin vê salonê û bi hev re civînan bikin. Ev ji bo min tiştekî pir dûr bû, çimkî min xatirê xwe ji we xwestibû. Ji bo vê jî ez gelekî bextewar im.”
Leyla Guven got: “Li başûr dîsa operasyoneke dirêj hatiye destpêkirin. Û dîsa dixwazin ku destkeftiyên kurdan tune bikin û erdnîgariya kurdan bombebaran bikin. Li hemberî van înkar, îmha û asîmîlasyonê rêxistin û sekneke xurt û îradeyeke xurt lazim e. Li dijî vê yekê 200 roj me li ber xwe da û em bi ser ketin. Ew mecbûr man û bi birêz Ocalan re hevdîtin kirin. Lê pêvajo jî îro şûnda girêdayî rêxistina me ye. Ji bo wê jî divê em van civînên xwe bikin.”
Guven ji Mesrûr Barzanî re serkevtin xwest ku wek Serokwezîra Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin û got: “Hikûmeta Başûr niha di nav xwe de hilbijartinek kirin û serokê xwe hilbijartin. Bêguman em ji serokê wan re jî serkeftinê dixwazin. Em dixwazin bi ser bikeve, çimkî li kîjan parçeyê Kurdistanê tiştekî baş biqewime, bi kêfxweşî em dê wê pêşwazî bikin. Lêbelê divê ew axa pîroz ji dewleta Tirkiyeyê neyê vekirin.”
Rudaw
