• Friday, 13 February 2026
logo

Senatorên Amerîkî daxwaza dorpêçan li dijî Tirkiyeyê dikin

Senatorên Amerîkî daxwaza dorpêçan li dijî Tirkiyeyê dikin
dibêjin lazime tirkiye were cezakirin
Çar Senatorên Amerîkî bang li Serokê Amerîkayê Donald Trump kirin ku dijî Tirkiyê toleyan ragihîne.

Ji Komîteya Hêzên Çekdar û Peywendiyên Derve, Jim Inhofe, Jack Reed, Jim Risch bi nameyekê dan zanîn ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi kirîna S-400 ji Rûsya, şaşî kiriye.

Wan da zanîn ku divê Amerîka ser vê biryara Tirkiyê dijî wê toleyan diyar bike.

Beşa yekê ya S-400’an roja Înê derbazî Tirkiyê bûn.

Psporên sîyasetê didin zanîn ku dibe ku girjiya di navbera Washington û Enqerê de jinûve gurtir bibe.

Top