• Monday, 16 February 2026
logo

Hejmara kuştiyên Xezzeyê nêzî 11 hezarê dibe

Gulan Media November 10, 2023 Nûçe
Hejmara kuştiyên Xezzeyê nêzî 11 hezarê dibe

Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê ku ji aliyê Bizava Hemasê ya Filistînê ve tê birêvebirin ragehand: Roj bi roj artêşa Israîlê zêdetir êrîşên cuda cuda dike ser deverên cuda cuda yên Xezzeyê û hejmara kuştiyan ber bi zêdebûnê ye.

Li gor dawî amarên Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê, heta niha hejmara kuştiyên wan ji ber êrîşên artêşa Israîlê bo ser Xezzeyê gehiştiye 10 hezar û 812 kesan.

Tevî ku xelkê deverên bakurê Xezzeyê li ser daxwaza Israîlê deverên xwe berdane û ber bi başûrî ve diçin û pêla awarebûnê berdewam e jî, lê ev çend roj in Israîl êrîşan dike ser deverên başûrî jî, ku pêştir wekî devera ewle ji bo xelkê Xezzeyê hatibû diyarkirin.

Li 7ê Cotmeha 2023ê şer di navbera Bizava Hemasê û Israîlê de çê bû. Li destpêkê balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li bin desthilata Israîlê û deverên ku Cihû lê dimînin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî. Li beranberî wê yekê, artêşa Israîl wekî bersivek rojane êrîşên asmanî û bejahî dike ser Kertê Xezzeyê.

 

Rudaw

Top