Iraq – Li Diyale du çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin
Çavkaniyekî taybet ji BasNewsê re got, duhî tabûra 110 ya kurdên Feylî ya Heşda Şeibî bi tabûrên 20,23 û 24 yên Heşda Şeibî û hinek hêzên din yên Iraqî re li devera Îmam Weys li bakûrê parêzgeha Diyale operasyonek li dijî DAIŞê pêk anîn.
Li gorî agahiyên wî jêderî, di dema operasyonê de bombek bi tabûra 24 ya Heşda Şeibî de teqiya, herî kêm 2 çekdar hatin kuştin û komek çekdar jî birîndar bûn.
Tabûra 110 ya kurdên Feylî ya Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de, ku nusxeyek ketiye destê BasNewsê, ragihandiye, di wê operasyonê de 21 bomb hatin pûçkirin û teqandin, 7 kemberên bombekirî û 5 motorsîklêt hatin dîtin ku hinek ji wan motorsîklêtan bombekirî bûn.
Basnews
