Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiye û Amerîkayê peywendiyeke telefonî encam dan
Hat ragihandin ku di peywendiya Akar û Esper de sîstema berevaniyê ya esmanî û pêşhateyên li Sûriyê hatine gotûbêjkirin.
Hulusî Akar di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Kirîna sîstema berevaniyê ya S-400 hilbijartin nîne, neçarî ye. Nirxandinên li ser pêşniyara Patriotan berdewam dike.”
Akar di peywendiya telefonî de destnîşan kiriye ku divê projeya firokeya şer a F-35 li ser rêya xwe pêşve biçe û Tirkiye hevbeşa vê projeyê ye. Herwiha eşkere kiriye ku pêşniyara Tirkiyê ya li ser komeke xebatê ya derbarê mijara F-35 û S-400an de ku NATO jî beşdar bibe, didome.
Rudaw
