• Monday, 16 February 2026
logo

Ednan Kakeyî: PDK bi kiryar xizmeta hemû pêkhateyên Kerkûkê dike

Gulan Media November 9, 2023 Nûçe
Ednan Kakeyî: PDK bi kiryar xizmeta hemû pêkhateyên Kerkûkê dike

Berbijêrekî PDKê yê ji bo encûmena parêzgeha Kerkûkê radigehîne, partiya wan bi kiryar xizmeta hemû pêkhateyên bajarê Kerkûkê dike û ji bo wê jî xelkê bajêr di asteke berfireh de pêşwaziyê li lîsteya PDKê dike.

Berbijêrê bi jimare 3 yê lîsteya 197 a PDKê Endazyar Ednan Kakeyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’PDK dixwaze bi kiryar xizmeta bajarê Kerkûkê bike. Em dixwazin rewşa bajar wegerînin asayîbûna xwe û cudayî di navbera netewan de neyê kirin, proseya avadanî ji bo bajar vegere û pêkvejiyan li vî bajarî hebe.’’

Herwaha diyar kir, PDK dixwaze aliyê zanist û perwerde û fêrkirin li Kerkûkê ber bi pêş ve biçe. Herwaha sektora tenduristiyê û asayîşa bajar baş bibe. ‘’Ji bo wê jî Serok Barzanî biryar da binkeyê encûmena rêveberiya PDKê ji zanîngeha Kerkûkê re bê diyarî kirin.’’

Berbijêrê PDKê diyar kir, divê rewşa Kerkûkê weger berî 16ê cotmehê, her hêzeke asayîşa bajar di dest de be, bi yek çavî li hemû aliyan binêre û destdirêjiyê neke ser ti neteweyekî. ‘’PDK dixwaze vê jî rast bike.’’

Ednan Kakeyî dibêje, pêşwaziya xelkê Kerkûkê ya ji bo berbijêrên lîsteya PDKê di asteke gelek baş de ye û binkeyê bangeşeya helbijartina berbijêrên PDKê pir tejî ye û xelkekî zêde berê xwe didin wan binkeyan ku piştevaniya xwe ragehînin. ‘’Vê carê çavê me lêye ku Kerkûkî deng bidin PDKê ku ji bajar re xizmet bê kirin û rewşa bajar baştir bibe.’’

 

Basnews

Top