Berbijêreke PDKê: Bernameya me ew e dawî bi leşkerîkirina li Kerkûkê heye bînin
Berbijêreke PDKê yê li sînorê parêzgeha Kerkûkê radigehîne, bernameya lîsteya wan ew e, dawî bi wê leşkerîkirina ku 6 sale li Kerkûkê heye bînin.
Berbijêrê PDKê li sînorê parêzgeha Kerkûkê Mesûd Mela Perwêz ji BasNewsê re ragehand: ‘’Cudayiya lîsteya PDKê li gel lîsteyên din ew e, ku em hatine spartin ku bangeşeyekî aram û bê pirsgirêk bikin, ku em bikarin dengên kurd û neteweyên din ên li bajar bidest bixin.’’
Herwaha got: ‘’Peyama pêkvejiyan û yekitî û aştiyê li gel me ye, em dixwazin bê cudayî xizmetê ji hemû xelkê Kerkûkê re bikin.’’
Mesûd Mela Perwêz got: ‘’Di bernameya lîsteya me de heye ku vê rewşa xirab a li ser Kerkûkê hatiye, em biguherin û wegerînin rewşa wê ya asayî. Ji ber şeş sale leşkerîkirinê ve hûkmê Kerkûkê tê kirin, çalakiyên siyasî û pêkvejiyan û yekitî divê bê ava kirin.’’
Berbijêrê PDKê got: ‘’PDK ti demekî li gel tundiya olî û mezhebî û partî û neteweyî nîne. Eger em bikarin dengên herî zêde bidest bixin, wê demê ji aliyê îdarî û xizmetguzariyê ve jî bê cudayî emê kar ji bo hemû rûniştvanên Kerkûkê bikin.’’
Basnews
