Li çend parêzgehên Îranê lehî rabûn
Berpirsê seqanasiya Îranê radigehîne, ji ber barîna baranên tûnd, di 24 demjimêrên borî de li çend parêzgehên Îranê lehî rabûne.
Berpirsê keşnasî ango seqanasiya Îranê Îrec Mistewfî ji kanalên Îranê re ragehand, ji ber barîna baranên tûnd, di 24 demjimêrên borî de li çend parêzgehên Îranê lehî rabûye, ku herî zêde ziyan li parêzgeha Sîminan pêkhatine, ku 118.6 mîlîm baran li wê parêzgehê bariye û bûye sedemê rabûna lehiyên bihêz li wê parêzgehê.
Herwaha amaje bi wê yekê kir ku piiştî barîna baranên tund ên şeva borî, lehî li nahyeya Kelpûş a parêzgeha Sîminan rabûye û derveyî wêranbûna beşek ji xaniyên niştecîhan û ziyanên jêrxana navçeyê jineke temen 40 salî jî winda bûye û bêserûşûn bûye û tîmên hewarçûnê heta naha lê digerin.
Basnews
