• Friday, 13 February 2026
logo

Xaneqîn- Helmeteka cibîcîkirina madeya 140 dest pê dike

Xaneqîn-  Helmeteka cibîcîkirina madeya 140 dest pê dike
Biryare roja şemiyê li navçeya Xaneqînê helmeta berhevkirina îmzeyan bo cîbicîkirina madeya 140 û duristkirina fişarê liser hikûmeta Bexdayê dest pê dike.

Îro pêncşemê Qeymeqamê Xaneqînê Mihemed Emîn Hisên bi biryareka fermî arasteyî parêzgarê Diyaleyê kiriye. Di wê fermanê da biryara encumena qeymaqamiya Xaneqînê ya derbarê komkirina îmzeyan bo destpêkirina cîbicîkirina madeya 140 hatiye aşkerekirin.

Di wê fermanê da îmzeya Serokê Encumena Qeymeqamiya Xaneqînê Semîr Mihemed Nur li ser û di wê fermanê da helmeta berhevkirina îmzeyan bo cîbicîkirina madeya 140 û duristkirina fişarê liser hikûmeta Bexdayê hatiye aşkekirin.

Herwiha biryar wiha ye roja çarşemê helmeta komkirina îmzeyan hemwelatiyan dest pê bike.

Berdevkê Eşîrên Ereb ên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Mizahim Hut jî ji malpera Şefeqnewsê ra aşkere kiriye lîjneyeke ku ji hemû pêkhateyên herêmê pêk dihêt wê dest bi komkirina îmzeyan bikin bo cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê.

Basnews
Top