Wezîrê derve yê Elmaniya pîrozbahî li Mesrûr Barzanî dike
Deqa Peyamê:
Gelek birêz cenabê serok wezîran, Mesrûr Barzanî
Germtirîn pîrozbahîyê li hewe dikim, bi boneya hilbijartina hewe ji alayê Perlemana Kurdistanê ve, wek serok wezîrên hikumeta Herêma Kurdistana Îraqê.
Hilbijartina hewe û pêkanîna kabîneya hikumetê bi awayeke serkevtî, mercên giringin bo kûrkirina hevahengîyê û bi hev re karkirina Hewlêr û Bexdayê, bi taybet di warê ewlehîyê de, herweha bo serkevtinê bi ser qebo û astengên niha yên Herêma Kurdistana Îraqê.
Hewe diltenah dikim ku Elmaniya di aynde de jî, wek hevpişkeke cihê baerî û mitmaneyê li gel Herêma Kurdistan û Îraqê dê vemîne.
Hêvîya serkevtinê bo hewe dixwazim di cibicikirina erkên we de.
Li gel silavên dostane yên me.
Hayko Mas
Wezîrê derve yê Elmaniya
