PDK û YNKê liser Parêzgarê Kerkûkê li hev kirin
Îro polîtboruyên PDKê û YNKê li bajarê Silêmaniyê derbarê gotûbêjkirina rewşa Kerkûkê û diyarkirina berbijêrekî hevbeş bo posta Parêzgarê Kerkûkê de civiyan.
Piştî civînê, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed û Endamê Polîtboruya YNKê Hakim Qadir beşdarî di konferanseke rojnamevanî de kirin û biryara hevbeş a herdu aliyan derbarê Kerkûkê de aşkere kirin.
Mehmûd Mihemed û Hakim Qadir ragihandin ku di civîna îro de PDKê û YNKê li ser diyarkirina berbijêrekî hevbeş bo posta Parêzgarê Kerkûkê li hev kirine û dane xuyakirin, li gor rêkeftina herdu aliyan, bo posta Parêzgarê Kerkûkê, Teyib Cebar berbijêrê wan ê hevbeş e.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed herwiha got, Teyib Cebar berbijêrê Lîsteya Birayetî ye û dê ne tenê nûneratiya kurdên Kerkûkê lê belê dê nûneratiya hemû pêkhateyên din ên Kerkûkê jî bike.
Ji aliyê xwe ve Hakim Qadir di konferansa rojnamevanî de ragihand, piştevaniyê li kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin û hêvîdar in hemû alî jî piştevaniyê li peyrew û bernameya wê bike.
Waar.tv
