Iraqê ji 200 hezar penaberan êzdî tenê 500 kes vegerandine warên wan
Hikûmeta Federal a Iraqê îro roja duşemê 06.11.2023an ragihand ku tenê 487 penaberên Kurdên Êzidî vegeriyane malên xwe li Şingalê.
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê îro ragihand ku 487 penaberên kurdên êzîdî vegeriyane malên xwe yên li Şingalê, berê jî soz dabû ku hemû penaberên Şingalê ku hejmara wan 200 hezar penaber e, vegerînin.
Heta niha 200 hezar penaberên kurdên êzîdî yên Şingalê, li rojavayê parêzgeha Nînowa, negihiştine ser cih û warên xwe, ku ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye desteserkirin, tevî nêzîkî 8 salan ji derkirina DAIŞê ji wî bajarî.
Basnews
