• Friday, 13 February 2026
logo

Serokwezîrê Lubnanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî kir

Serokwezîrê Lubnanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî kir
Serokwezîrê Lubnanê Seid Herîrî bi telefonê pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.



Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku îro di peywendiyeke telefonî de Serokwezîrê Lubnanê Seid Herîrî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kiriye bi boneya destbikarkirina weke Serokê Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê xwestiye.



Seid Herîrî herwiha pîrozbahiya pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Nêçîrvan Barzanî kiriye.



Her îro Seid Herîrî di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kiriye û hêviya serkeftinê ji bo kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestiye. Herwiha tekezî li pêşvebirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Lubnanê kiriye.


Rudaw
Top