• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî teqînên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir

Nêçîrvan Barzanî teqînên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî teqînên îro yên li Efrîn, Hesekê û Qamişlo şermezar kir.



Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Em bi tundî wan kirdarên terorîstî şermezar dikin ku îro li her sê bajarên Qamişlo, Efrîn û Hesekê ya li Kurdistana Sûriye kir armanc û di encamê de zêdetirê panzdeh kes canê xwe ji dest dan û nêzîkî heftê kes jî birîndar bûn.”



Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Em pirse û serxweşiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyan dikin, hevsoz û hevxemên wan in û em hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazin.”



Serokê Herêma Kurdistanê herwiha eşkere kir: “Ew kirdarên teroristî wê rastiye eşkere dikin ku teror hê jî metirsiyekî rastîn e û gefê li aramiya navçeyê û cîhanê dixwe, rûbirûbûna wê metirsiyê jî pêwîstî bi hemahengî û karê hemû aliyên navçeyî û navdewletî heye.”

Rudaw
Top