Çawuşoglu: Peyemeke pîrozbahîyê arasteyê Mesrûr Barzanî kir
Di wê peywendî ya telefonî de, wezîrê derve yê Tirkiyê ûmêda serkevtinê bo Mesrûr Barzanî xwazt û piştîvanîya welatê xwe bo wî tekez kir.
Herweha xwazta Tirkiyê bo pêşxistina peywendî yên dû alî di navbera Hewlêr û Enqereyê de derbirî .
Her di wê peywendî ya telefonî de Mewlûd Çawuşoglu, xweşhalîya welatê xwe derbirî li hember hemerengîya pêkhate ya kabîneya nehem a hikumeta Herêma Kurdistanê ku tevaya pêkhateyan têde hene.
K24
