Wezîrê Xirwatistanî hewl dabû lêvên wezîra Alman maç bike: Daxuyanî da!
Wezîrê Karên Dervê yê Xirwatistanê ku xwestibû lêvên havtaya xwe ya Alman maç bike lêborîna xwe xwest.
Roja pêncşemê wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) û yên welatên di pêvajoya emdamtiya Yekîtiya Ewrpoayê de li Berlîna Paytexta Almanyayê civiyan.
Di dema girtina wêneyê wezîrên karên derve de, Wezîrê Karên Dervê yê Xirwatistanê Gordan Grlic Radman hewl da lêvên Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê maç bike.
Medyaya Almanyayê jî hewla wezîrê Xirwatistanî wekî “êrişa maçkirinê” (Kuss-Attacke) bi nav kir.
Li gorî vîdeoyên li ler medyaya civakî belav bûne, Gordan Grlic Radmanê 65 salî hewl dide ku Annalena Baerbockê maç bike.
Grlic Radman pêşî destê xwe dirêjî Annalena Baerbockê dike lê dûv re ji nişka ve wê maç dike.
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Baerbock ji bo ku xwe ji maçkirinê rizgar bike zû serê xwe dizivirîne.
Li aliyê din, ev mijar li Xirwatistanê jî bû sedema bertekan.
Rudaw
