Necmedîn Kerîm: Dema wê hatîye hêzeke nîştîmanî bihê avakirin
Necmedîn Kerîm li ser Madeya 140 û deverên veqetyayî ji Herêmê, ragehand: Deverên veqetyayî pirseke giringe, wek cenabê serokê wezîran gotî, pêdivîye lez lê bihê kirin. Heya niha ti madeyeke yasayî bo çareserkirina evê pirsê nehatîye bicîkirin.
Got jî: Pêwîste berî her tişt rewşa Kerkûkê bihê asayîkirin, hêzên ewlekarîyê ji bajêr derkevin.
Xuya jî kir, her kesekê ku dest hebe ji dursitkirina ew nearamîye li Kerkûkê çêbûye, pêwîste ji danûstandinên li gel Bexda bihê dûrkirin, çunku ev danûstandinên hanê li berjewendîya wan nabe.
Necmedîn Kerîm, behsa wê yekê jî kir, ku her yek ji wezaretên Xwîndina Bilind, Perwerde, Tenduristî gelek pêwîste çaksazî têde bihên kirin. Giringe ku ji niha dûv re, wezareta pildandananê bizane ka çend hêza mirovî divên û çi pêdivîye bihê encamdan. Hinek wezaret hene, pêwîste hizir di wan de bihê kirin. Wek nimûne, wezareta Xwîndina Bilind ji sîstema welatê sosyalîst hatîye wergirtin, pêwîste vêdaçûnê pê re bihê kirin û wek welatên pêşkevtî be.
Herweha got: bila ji Pêşmerge û asayîşê dest pê bikin û ew hêz carek din bihê rêkxistin. Ewa li 16yê Oktoberê rûda, bûye egera dabeşbûna hêzan, divê ew hêz careka din rêk bixin û hêzeke nîştîmanî bihê avakirin û xizmeta leşkerî sertaserî û bi xurtî be û pêwîste her welatîyekî rajeya serbazî hebe.
K24
