Berpirsekî payebilindê Hizbullah a Iraqê gef li Wezîrê derve yê Amerîkayê xwarin
Berpirsê ewlehî yê milîsên Ketayîbî Hizbullaha Iraqê Ebu Elî Eskerî di daxuyaniyekî derbarê serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken a ji bo Iraqê de gef lê xwarin.
Ebu Elî Eskerî ragehand, bi ti awayekî pêşwazî li serdana Blinken nakin, em dê ji berê zêdetir dijatiya Amerîkayê ya li Iraqê bikin.
Herwaha dibêje, em dê hewl bidin ti berjewendiyekî Amerîkayê li Iraqê nehêlin û hemûyan ji kar bixin û li gor xwe emê karekî bikin ku balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê bê daxistin û ji naha û pê de rê nayê dayîn bi ti awayekî Amerîkiyek serdana Iraqê bike.
Berpirsê Hizbullah a Iraqê dibêje, vekirina dosya derxistina hêzên biyanî li Iraqê tenê ji bo wê yekê ye ku em bêdengbin û tenê gotine û ji bo em ti çalakiyekî leşkerî nekin wê dosyê tînin holê.
Biryare îro 05.11.2023yê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Antony Blinken serdana Iraqê bike.
Basnews
