• Monday, 16 February 2026
logo

Îlham Ehmed: Tirkiye ji welatên Ereban dixwaze şerê Rêveberiya Xweser bikin

Gulan Media November 5, 2023 Nûçe
Îlham Ehmed: Tirkiye ji welatên Ereban dixwaze şerê Rêveberiya Xweser bikin

Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmedê got, Tirkiyeyê ji welatên Erebî dixwaze şerê Rêveberiya Xweser bikin.

Seroka Desteya Cîbicîkar a MSDyê Îlham Ehmedê ji Şarkul Avsatê re ragihand ku ku ew bi Fermandariya Rûsyayê ya Sûriyeyê ketine pêwendiyê.

Bi gotina Îlham Ehmedê, Fermandariya Rûsyayê ya Sûriyeyê ji wan re gotiye ku ew li dijî êrişa bejahî ya Tirkiyeyê ne.

Îlham Ehmedê diyar kir ku Rûsya ji parastina aramiya deverê berpirs e û got:

“Welatên Astana dixwazin Amerîka ji Sûriyê derbikeve û dibînin ku Amerîka piştgiriya avakirina statuyeke Kurdî dike li Sûriyeyê.”

Îlham Ehmedê tekez kir ku Tirkiye kar ji bo razîkirina raya giştî ya Ereban dike ku "li dijî Rêveberiya Xweser tevbigerin û destpêşxeriyên siyasî û çareseriyê têk bibe."

Seroka MSDyê herwiha da zanîn ku şerê li Xezeyê bandor li rewşa Sûriyeyê dike û dê encamên wê yên xirab li ser Rojhelata Navîn bi giştî hebe.

 

Rudaw

Top