• Monday, 16 February 2026
logo

YNK, li Kerkûkê bangeşeyê tenê ji bo 3 berbijêrên xwe dike

Gulan Media November 5, 2023 Nûçe
YNK, li Kerkûkê bangeşeyê tenê ji bo 3 berbijêrên xwe dike

YNK di çarçoveya bangeşeya helbijartinên parêzgeha Kerkûkê de, tenê bangeşeyê ji bo 3 berbijêrên xwe dike, ku jinek û du zilam in, berbijêrên din hemû piştguh kiriye.

Vê derbarê de parêzer Mihemed Baserî ji BasNewsê re ragehand, li gor tişta ku bangeşeyê de derdikeve, YNK, li Kerkûkê tenê bangeşeyê ji bo 3 berbijêrên xwe dike, yên din hemû piştguh xistin û tenê wek amûrek an jî razîkirina dilê hin malbatan tên bikaranîn.

Herwaha got: ‘’Bi ronî diyare ku her di çapkirina poster û reklam û xercan de jî tenê 3 kes derdikevin pêş ku YNK dixwaze wan 3 kesan bigehîne kursiya encûmena parêzgeha Kerkûkê. Ji ber wê jî zanyariyên me hene ku beşek ji berbijêrên din nîgeranin û wisa dibînin ku hatine piştguh kirin û hinek ji wan daxwaz ji YNKê kirine daxuyaniyê bide.’’

Parêzer Mihemed Baserî got: ‘’YNK dizane hejmarekî kêm a kursiyan dê bidest bixe, ji ber wê jî karê xwe giranî daye ser ku wan kursiyên ku xistiye armanc serbixe û bidest bîne, lê bêhêviye ji ber wê kar ji bo hemû berbijêran nake.’’

 

Basnews

Top