• Friday, 13 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir
dibêje ez weke Serokê herêmê bi her awayî piştgîriya kabîneya nû dikim
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya destbikarbûna Mesrûr Barzanî weke Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, pîrozbahî li wî û kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Naveroka peyamê bi vî awayî ye:

Kêfxweşim ku îro Parlamentoya Kurdistanê bawerî de we yê birêz weke serokwezîr û kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Bi vê helkevtê bi germî pîrozbahiyê li we dikim.

Ev yek destkefteke din a berdewambûna proseya geşedan û kûrkirina demokrasiyê li Herêma Kurdistanê, di encama îrade û xweragirî, hevkariya hevwelatiyan û aliyên Kurdistanî, dost û piştevanên gelê me de ye.

Hûn hêjayî vê berpirsyariyê û baweriyê ne, piştrastim ku hûn dê hemû hêza xwe û tîma xwe bixin kar jibo xizmetkirina Herêma Kurdistanê, ezmûna çend salên karkirina me bo parastin û pêşxistina doza gelê me û pêkanîna mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, di gelek qonaxên hesas û dijwar re derbas bûn, hêvî dikim hûn wan zehmetiyan nebînin û hemû şiyanên xwe jibo avedankirin û bêtir pêşkevtina Kurdistanê terxan bikin.

Piştrastim ku hûn dê bi awayekê jêhatî, çalak û bibandor bi ser pirsgirêkan de biserkevin, dê morala tîma xwe li hember astengî û zehmetiyan bilind bikin û encamên baş û dilxwaz bi dest bînin, kes ji we ji erk û cîbicîkirina karê rojane û demdirêj jibo berdewamîdana bi dabînkirina aramî, ewlehî, geşeya aborî, civakî û siyasî ya Herêma Kurdistanê pişgun naxe.

Gelê Kurdistanê û we yê birêz û kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştrast dikim ku weke Serokê Herêma Kurdistanê dê bi hemû şiyana xwe piştevanî û hevkariya karê we û kabîneya nehem a hikûmetê bikim.

Serkevtina we û cîgirê serokwezîr û tevahiya wezîran bo xizmetkirina Herêma Kurdistanê, serkevtina me hemûyan û serkevtina gel û Herêma Kurdistanê ye.

Li gel rêza min…

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî



10-07-2019

Top